Wezareta tendirostî belav kir ku Korona li Kurdistanê bilez belav dibe û di nava yek hefteyê de 101 kes li Kurdistanê jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava hefteyekê de li Hewlêrê 10 hezar û 66 cerbandinên nûjdarî yên bo diyar kirina Koronayê hatine kirin û di encam de derketiye ku 2 hezar û 343 kes bi Koronayê ketine û 66 kes jî canê xwe ji dest dane.
Herwiha li Silêmanî jî di nava hefteyekê de 837 kes bi Koronayê ketine û 29 kes jî canê xwe ji dest dane.
Li Dihukê jî bi giştî 625 kes bi Koronayê ketine û 3 kes jî jiber koronayê canê xwe ji dest dane.
Li Helebceyê jî di nava hefteyekê de 113 kes bi Koronayê ketine û 4 kesên din jî canê xwe ji dest dane.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin