Rêkeftina Îsraîl û Îmaratê hevsengiyên siyasî guhert

Tirkiye û Îran li dijî rêkeftinê ne
کوردستان TV
100%

Duhê çapemeniya cîhanî belav kir ku her yek ji Îsraîl û Îmaratên Yekgirtî yên Erebî bo normal kirina têkiliyên xwe rêkeftineke girîng îmze kirine.

Çapemeniya cîhanî herwiha behsa vê yekê kiriye ku piştî Îmaratê hin welatên din yên Erebî weke Siûdiye jî hewl bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê didin û beriya niha Jî Eman jî têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal kiribû û Misir jî xudan têkiliyên başe li gel Îsraîlê.

Ji aliyeke din ve Amerîka û hin welatên din yên cîhanê jî piştîvaniya xwe bo rêkeftina han diyar kirin û Misir jî dibêje ew rêkeftina han xizmeta aştiya deverê û bexetweriya xelkê dike.

Li hember wan de jî welatên weke Îran û Tirkiyeyê li dijî rêkeftinê ne û rêkeftina han bi şaştiyeke dîrokî binav dikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan diyar kiriye ku jiber îmze kirina rêkeftinê mimkune Tirkiye têkiliyên xwe yên li gel Îmaratê rawestîne û herwiha eger Siûdiye jî tişteke wisa bike Tirkiye vê têkiliyên xwe yên li gel Siûdiyeyê jî liber çav derbas bike.

Erdogan herwiha eşkere kiriye ku li dijî rêkeftina han îstîxbarata Tirkiyeyê li gel îstîxbarata Misirê bo parastina berejwedniyên her du welatan dest bi danûstandinê kiriye.

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî ew rêkeftina han bi şaştiyeke dîrokî binav kiriye û gotiye: Îmarat û hin welatên din yên deverê şaştiyên gelek mezin yên dîrokî dikin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.