Amerîka hijmara hêzên xwe li Îraqê kêm dike

di demeke nêz de li gel Îraqiyan dest bi giftûgoyê dike
کوردستان TV
100%

Li gor daxuyaniyeke wezareta berevaniya Amerîkayê, Amerîka bi ti awayî naxwaze hêzên xwe yên leşkerî li Îraq û Sûriyeyê vekêşe.

Di daxuyaniya wezareta berevanî ya Amerîkayê de behsa vê yekê hatiye kirin ku Amerîka naxwaze hêzên xwe yên leşkerî li Îraq û Sûriyeyê vekêşe lê mimkune hijmara wan hinek kêm bike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku niha li Îraqê 5 hezar û 200 leşkerên Amerîkî hene û mimkune ew hijmara han bo 3 hezar û 500 were kêmkirin.

Biryare di pêşerojeke nêz de Amerîka bo vê mebestê li gel rayedarên Îraqê dest bi danûstanê bike.

N: E: G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.