Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 27 kes din bi Koronavîrusê ketine û kesek jî miriye. Bi vê yekê hejmara giştî dibe 171 kes ku bi vîrusê ketine û 8 kes jî mirine.
Îro Desteya Tenduristiyê ragihand ku 27 kesên din bi Koronavîrus (Covid-19) ketine; li herêma Cizîrê 23 kes, li Şehbayê jî 4 kes. Bi vê hejmarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 171 kes bi Koronavîrusê ketine.
Li herêma Cizîrê kesekî jiyana xwe ji dest daye û bi vî awayî hejmara kesên mirine gihaşt 8`an û deh kes jî baş bûn.
ANHA
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin