Zêdetir ji 650 kesên din bi Koronayê ketin

heta niha 670 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî amarên 24 seatên derbasbûyî belav kir.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên taybet yên Koronayê yên 24 seatên derbasbûyî belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê 653 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 398 kese.

Herwiha hate zanîn ku di nava 24 seatên derbasbûyî de bi giştî 13 kesan jiber Koronayê canê xwe ji dest dane ku dîsa hijmara herî zêde li Hewlêrê bûye ku 9 kese.

Heta niha 18 hezar û 200 kes bi Koronayê ketine, 10 hezar û 480 kes baş bûne û 670 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.