Şerê li behra Spî nêz bûye

YE dibêje emê piştîvaniya Yûnanê bikin
کوردستان TV
100%

Piştî şandina keştiyeke Tirkiyeyê ya bi navê Reîs Oruç bo giravên Yûnanistanê li behra Spî, artêşa Yûnanistanê jî kete amadebaşiyê.

Duhê Tirkiye bi armanca dîtin û derxistina petrol û gazê keştiya Reîs Orûç bi piştgîriya hêza xwe ya deryayî şandiye deverê, Yûnanistan jî ku dibêje ev kiriyarên Tirkiyeyê derqanûnî ne, artêşa xwe xiste amadebaşiyê.

Îro hêza deryayî ya Yûnan û Tirkiyeyê li giravên cîhê nakok hatin hemberî hev.

Ji aliyeke din ve Franseyê jî bo piştîvanî kirina Yûnanê hijmarek balefirên xwe yên şer şandiye deverê û îro jî Yekîtiya Ewrûpayê belav kir ku YE piştîvaniya Yûnanê dike.

Tirkiye jî dibêje emê mafên xwe û yên Tirkên Bakûrê Qubrisê biparêzin.

Beriya niha jî Amerîka jî li giravên Yûnanê de navendeke leşkerî çê kiribû.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.