Çîn navendeke leşkerî li Îranê çê dike

Îran û Çîn di navbera xwe de rêkeftinek îmze kirine
کوردستان TV
100%

Rêkeftina navbera Îran û Çînê bûye sedema dilgiraniya Rojavayê û welatê Rojavayî li hember rêkeftina han bertekên tund raber dikin.

Piştî ku wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf eşkere kiribû ku Îran li dijî wê yekê nîne ku Çîn ya her welateke din bi eşkere li beşeke Îranê çîh û pêgeh bo xwe çê bike û kar bike û li gor rêkeftina heyî ya di navbera Îran û Çînê de wê Çîn navendeke leşkerî li Îranê çê bike, wezîrê derve yê Amerîkayê jî daxuyaniyek da.

Li gor wezareta derve ya Amerîkayê, wezîrê derve yê wê welatî Mike Pempeo ragihandiye ku hatine Çînê bo Îranê û çê kirina navendeke leşkerî ya Çînî li Îranê wê bibe sedema aloztir kirina rewşa deverê.

Pempeo herwiha eşkere kiriye ku eger Îran hewl bide daku bi rêya partiya komonîst ya Çînê pere bidest bîne vê demê dever dikeve bin metirsiyên gelek mezin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.