Piştî teqînên Libnanê şêniyên wê welatî dest bi xwepîşandaneke mezin li dijî hikûmetê kirin.
Xwepîşandana ku duhê destpê kiriye, li dijî hikûmetê ye û xwepîşander daxwaza dev ji ker berdana hikûmeta Libnanê dikin.
Duhê xwepîşander ketin avahiya wezareta derve ya Libnanê, di navbera Xwepîşander û hêzên ewlekarî de pevçûn qewmî.
Xaça Sor ya Libnanî behsa wê yekê dike ku di encama pevçûnê de polîsek hatiye kuştin û 142 Xwepîşander jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve Serokwezîrê Libnanê jî daxwaza hilweşandina hikûmetê û hilbijartinên pêşwext li wê welatî dike.
Weke tê zanîn şemiya hefteya derbasbûyî li bendera Beyrûtê teqîneke mezin çê bibû û di encam de zêdetir ji 150 kesan canê xwe ji dest dabû û 5 hezar kesên din jî birîndar bibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin