Dadgeha pêdeçûnê biryara îdamê pejrand

beriya sê salan hatibû girtin
کوردستان TV
100%

Piştî ku şaxê Sine ya dadgeha şoreşa Îranê beriya sê salan cezaya îdam kirinê bo girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî der kiribû, parêzerên wî li dadgeha pêdevçûnê li dijî biryarê doz vekirin.

Hate zanîn ku dadgeha pêdeçûnê ya Îranê piştî demeke dirêj bersifa doze dane û ragihandiye ku biryara îdam kirina girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî pejrandiye.

Heyder Qurbanî beriya sê salan ji aliyê rejîma Îranê ve bi tawana hewldan li dijî Îranê û hevkarî kirina partiyên Kurdî hatibû girtin û pişt re jî ji aliyê şaxê dadgeha şoreşê ya li Sineyê biryara darde kirinê ji wî re der kiribû.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.