Trump û Kazimî dicivin

20 Tebaxê dicivin
کوردستان TV
100%

Li gor daxuyaniyeke Koşka Spî ya Amerîkayê, wê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî hefteya pêşiya me serdana Amerîkayê bike.

Li gor daxuyaniya han di roja 20ê Tebaxê de Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî li gel Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî dicive.

Di civînê de her du alî giftûgo li ser çawetiya rûbirû bûna Koronayê û çend mijarên din yên hevbeş di navbera Îraq û Amerîkayê de weke mijarên ewlekarî û enerjiyê giftûgo bikin.

Weke tê zanîn ew 3mîn serdana Mistefa Kazimiye bo derve, serdana yekem bo Siûdiyeyê bû ku hat hilweşandin û serdana dudiyan jî bo Îranê bû.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.