Berpirsekî hizba demokrata Kurdistanê canê xwe ji dest da

di temena 86 salî de jiber Koronayê canê xwe ji dest da
کوردستان TV
100%

Li gor daxuyaniyeke Sekretariyeta giştî ya hizba demokrata Kurdistanê, îro pêncşem, berpirsekî wê hizbê canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku endamê berê yê desteya Serokatiya HDK Celîl Gandanî ku beriya çend rojan bi Koronayê ketibû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin, canê xwe ji dest daye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku Celîl Gadanî li nexweşxaneyê dihat dermankirin lê rixmî hewldanên nûjdaran, nav hatî di temena xwe ya 86 salî de canê xwe ji dest daye.

Nav hatî sala 1934 li Mehabadê ji dayik bûye, beşdarî di Komara Kurdistan ya Mehabadê de kiriye.

Mestera xwe li ser zimanê Fransî bidest aniye û sala 1948 bi fermî bûye endamê HDK.

Di dema desthilata Rezaşa li Îranê de 13 sal girtî bûye û li girtîgehê de hînê sê zimanan bûye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.