Çend berpirsên Libnanî hatin girtin

zêdetir ji 100 kesan canê xwe ji dest dabû
کوردستان TV
100%

Duhê çarşem civata wezîran ya Libnanê bo giftûgo kirin li ser teqîna mezin ya li bendera Beyrûtê civînek lidar xist.

Di civîna civata wezîran ya Libnanê de biryara girtina çend rayedar û berpirsên Libnanî yên ku li hember karûbarên benderê û depo kirina teqemeniyan berpirsên hate dayîn.

Di çarçoveya biryara han de ew rayedar li malên xwe de girtî dibin û lêkolîn û lêpirsîn li gel wan tê kirin.

Hikûmeta Libnanê eşkere kiriye ku amoniyum nîtrata ku bûye sedema teqînê, ji sala 2014an ve bi awayeke kembax heta roja teqînê li benderê bûye.

Di teqînan Libnanê de herî kêm 100 kes canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 4 hezar kes jî birîndar bibûn.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.