Li Nasiriye êrîşî karwaneke hevpeymaniya cîhanî hate kirin

derbarê zirarê teqînê de zaniyarî nehatine belavkirin
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest, îro danê sibê li bajarê Nasiriye, êrîşî karwaneke veguhastina pêdiviyên locistîkî ya hevpeymaniya cîhanî hatiye kirin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku dema karwaneke tirimbîlan pêdiviyên locistîkî bo hêzên Amerîkî û hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê vedisuhat, rastî êrîşeke bombeyî hatiye.

Êrîş bi rêya bombeyeke vedayî pêk hatiye.

Derbarê zirarên êrîşê de heta niha ti zaniyarî nehatine belavkirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.