Li gor daxuyaniya birêveberatiya polîsê qezaya Kifrî, duhê êwarê du bira li berdem mala xwe hatine kuştin û bikuj jî piştî demeke kêm xwe radestî polîs kiriye.
Li gor daxuyaniya han, yek ji wan birayan beriya çend rojan li gel mala bavê hevjîna xwe bişer hatiye û pişt re jî birayê hevjîna wî, duhê êwarê hatiye ber deriya mala wan û gole li ser wî û birayê wî reşandiye û di encam de her du bira dem û dest canê xwe ji dest dane.
Polîsê Kifrî eşkere kiriye ku bikuj xwe radest kiriye û niha lêkolîn li ser bûyerê tê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin