Piştî ku îro hate gotin ku balefireke bêpîlot xaniyek li gundê Dêge ya li Simîlan ya li Çomanê bordiman kiriye, partiya demokrata Kurdistan/ Îran, daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya han balefira bêpîlot ku xanî bordiman kiriye, ya Îranê bûye û xaniyê ku hatiye bordimankirin navendeke HDKI bûye.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku ti zirarên canî yên bordimanê nebûne û tevahiya pêşmergeyan selametin û piştî bordimanê jî topxaneyên Îranê dest bi topbaran kirina gundeên derdorê Sîdekanê kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin