Prosesa bi Erebkirina Kerkûkê û derdorê yaku di salên 1980an de ji aliyê Sedam ve destpêkiribû û di sala 2003an de bi dawî hatibû, piştî bûyerên 16 Cotmeha 2017an dubare destpê kiriye.
Li gor zaniyariyên berdest di nava wn 3 salên derbasbûyî de zêdetir ji 20 hezar malbetên Ereb ji deverên din yên Îraqê bo Kerkûk û derdorê hatine veguhastin û li deverê de hatine bicîhkirin.
Her di çarçoveya heman prosesê de duhê jî zêdetir ji 20 malbetên Ereb bo gundên derdora Xurmatûyê hatibûn veguhastin û polîsê Îraqê dixwest wan Ereban li wan gundên Kurdan bicîh bike lê şêniyên Kurd yên deverê bihevre li dijî wê hewla han rawestan û rê nedan Ereb li ser gundên wan werin bicîhkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin