Di encama bûyereke tirafîkê de li bajarê Geverê ya li Bakûrê Kurdistanê 6 kesan canê xwe ji dest da.
Li gor zaniyariyên berdest, di encama bûyereke tirafîkê de yaku li ser rêya gundê Sat ya li Geverê qewmiye, 6 kesan canê xwe ji dest daye.
Hate gotin ku ew her 6 kes karmendên wezareta perwerde ya Tirkiyeyê bûne û dema çûne seyranê tirimbîla wan ketiye nava dolekê de û di encam de 6 kesan canê xwe ji dest daye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin