Îro careke din topxaneyên artêşa Îranê dest bi topbaran kirina gund û zozanên devera Sîdekanê kir.
Li gor zaniyariyên berdest topxaneyên Îranê derdorê gundên Berzîn, Ketîne û Binperêz yên li devera Sîdekanê topbaran kirine.
Her çend topbaran ti zirarên canî li pey nebûye, lê agireke mezin bi daristan û rezên wan deveran ketiye û şêniyên wan gundan jî neçar bûne gundên xwe vala bikin.
Heta dema amade kirina nûçeyê, topbaran dom dikir.
Weke tê zanîn Tirkiye jiber pkkê û Îran jî jiber partiyên Kurdî bi berdewamî wan deverên sînorî topbaran û bordiman dikin û heta niha di encama wan topbaran û bordimanan de gelek zirarên canî û madî çê bûne û gelek gund jî hatine valakirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin