Îro salvegera 74mîn fermanê ye

heta niha 3 hezar û 600 refandî hatine azadkirin
کوردستان TV
100%

Îro 3ê Tebaxa 2020an 6 sal biser komkujiya Êzdiyan li Şingalê bi destê terorîstên DIŞIê yên ku dixwestin serdema çaxa navîn ya xelafetê vegerênin Kurdistanê, re derbas dibe.

Di çarçoveya komkujiya han de yaku di dîrokê de bi 74mîn ferman tê nasîn, terorîstên DIŞIê li ser daxwaza hin welatan û bi alîkariya wan welatan, bi awayeke berfire êrîşî ser Şingal û derdorê kirin.

Sedema êrîşa han Kurd bûn û Êzdî bûn bû, di encama êrîşê de komkujiyeke gelek mezin li dijî Êzdiyan pêkhat, mal û milkên wan weke serdema xelafetê, hatin talankirin û bi xenîmetê şerê hatin binav kirin, jin û keçên Êzdiyan jî hatin refandin û di nava bazarên Reqa, Mûsil û Dîlokê de hatin firotin.

Di encama êrîşa han ya hovane de ku herî kêm 6 hezar û 500 welatiyên Kurd yên Êzdî ketin destê terorîstên DIŞIê, terorîst jî zilam kuştin, zarok neçarî guhertina ola xwe kirin û pişt re jî kirin çekdarên alaya reş ya xelafetê.

Jin û keç jî weke kole û xenîmeta cengê hatin bilêvkirin û bazirganî bi wan hate kirin.

Di dema êrîşê de bi dehan kes li Çiyayê Şingalê jiber germî, bêavî û birsîtî canê xwe ji dest dan.

Ji 6 hezar û 500 refandiyên Êzdî heta niha zêdetir ji 3 hezar û 600 kes hatine azadkirin û hewldan bo azad kirina refandiyên din jî didomin.

Zêdetir ji 360 hezar Êzdî ji aware bûn û niha di nava kempan de dijîn û beşeke ji wan jî berê xwe dan Ewrûpayê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.