Mesrûr Barzanî: Lazime Şingal were awedan kirin

dibêje lazime derfet bo vegera serfirazane ya Êzdiyan were afirandin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê di bîranîna 6 salaiya komkujiya Şingalê de peyamek pêşkêş kir ku ew jî naveroka peyamê ye;

Di 6mîn salvegera dagîrkirina Şingal û genosîde kirina xuşk û birayên Êzdî ji aliyê terorîstên DIŞIê ve, bi xem û kovanan şehîdên komkujiya han bi bîrtînin ku di encama êrîşên hovane yên terorîstên DIŞIê de bi hezaran mirovên bêtawan rastî komkujî, refandin û awarebûnê bûne.

Komkujiya Şingal û derdorê, bi yek ji tawanên herî hovane yên li dijî mirovatî di dîroka hevdem de tê bilêvkirin, ku beşeke bû ji êrîşa berfire ya terorîstan ya li dijî gelê Kurdistanê.

Rixmî tevahiya wan karesat, ferman û komkujiyan ku bi ser xuşk û birayê Êzdî de hatine, lê berdewamin li ser berevanî kirin ji ziman, nasname, çand û ola xwe.

Di wê bîranîna han ya xemgîn de, lazime bi rêzdarî qurbanîdanên pêşmereyên qehreman bo rizgarî kirina Şingal û derdorê bi Serokatiya Serok Mesûd Barzanî jî werin bibîranîn, herwiha spasiya helwesta xelkê Kurdistanê dikin ku bi hawara xuşk û birayên Êzdî ve çûn, lazime tevahiya aliyan hevkar bin bo awedan kirin û normal kirina rewşa Şingalê bi awayek ku ti hêzeke çekdar ya biyanî û milîşa li Şingalê nemînin û hikûmeta herêma Kurdistanê li gel hikûmeta federalî hemaheng bin bo parastina ewlekariya deverê.

Hikûmeta herêma Kurdistanê li ser hewldanên xwe yên bo azadkirin û vegerandina ew kesên ku hatine refandin û heta niha mane, berdewam dibe, hijmareke gelek zêde ji wan beriya niha bi hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê hatine rizgarkirin, herwiha daxwaz dikin hikûmeta federalî, qerebûya xuşk û birayên me yên Êzdî bike û hevkariya awareyan bike û derfet xweş bike daku bi serfirazî vegerin deverên xwe.

Silav bo canê paqêjê şehîdên Şingal û tevahiya şehîdên Kurdistanê

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

3 Tebaxa 2020an

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.