Îro bi êşeke kûr ve bîranîna şeş saliya genoside Êzdiyan û karesata Şingalê dikin. Bi rêz û rûmet ve wan hemû xuşk û birayên me yên Êzdî bi bîr tînîn ku bûne qurbaniya tawankariyeke bêhevtaya terorîstên DIŞIê:
Ti kesek bawer nedikir di sedsala 21an de mirovayetî careke din mergesateke wiha dibînê ku hemû cîhanê şok dike. Silav û dirûd ji bo giyanê pakê qurbaniyên karesata Şingalê û tevahiya xuşk birayên Êzdî.
Di demek da vê bîranîna bi êş dikîn, mixabin hê jî ji birîna xuşk û birayên me yên Êzdî xwîn jê diçê û bi hezarên wan li wargehên koçberiyê de dijîn. Şingal û navçeyên dinê Êzdiyan hê jî nehatine avadan kirin û bingeheke baş ya vegerana aramiyê û vegerana jiyana wan têda nîne. Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzdiyan de mişxûlî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasîne.
Di vê bîranînê de dûpat dikîn ku herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe yên ji bo dabînkirina aramî û vegerandina aramî û avadankirina Şingalê û bi parêzgeh kirina Şingalê de berdewam dibe. Ji bo vê mebestê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û îdareya parêzgeha Mûsilê hemû hevkarî û hemahengiyekê dike. Herwiha li ser asta navdewletî jî kar dike heta ku bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî ew tawana han weke genoside were nasîn û tawankaran jî didin dadgehê û qurbaniyan qerebû dikin.
Xuşk û birayên Êzdî bi hezaran salan li ser warê xwe bawerî û ola xwe parastine û herdem sedemeke girîng û çalak ya çanda pêkvejiyanê û lêborînê bûne û herdem jî her wiha dimînin. Di vê salvegerê de tekez li ser kûrkirina wê çandê dikîn û hemû pêkhatên olî û neteweyî piştrast dikîn ku Kurdistan bi landika aram û parastiya me hemûyan dimîne. Her wiha soza ji bo kesukarên revandiyan jî dûpat dikîn li lêgerîn û rizgarkirina wan û hewldana ji bo zanîna çarenûsa wan de berdewam dibîn.
Silav li canê pakê wan Pêşmergeyên qehremanan ku bi serpereştiya raste rast ya cenabê Serok Mesûd Barzanî, Şingalê rizgar kirin û bo wê mebestê canê xwe bexşîn. Spas û pêzanîn ji bo wan hemû kesên li navxwe û derve hevkariyê pêşkêşê Êzdiyan kirin. Xuşk û birayên Êzdî piştrast dikin ji bo dabînkirina dadperwerî û paşerojeke baştir herdem li gel wan de dibin
Serokê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
3/8/2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin