Di navbera Kurd û Erebên hawirde de pevçûn qewmî

artêşa Îraqê jî piştîvaniya Ereban kiriye
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest îro li devera Xurmatûyê di navbera şêniyên Kurd û Erebên hawirde de pevçûn qewmiye.

Jêder behsa wê yekê dikin ku îro zêdetir ji 15 malbetên Erebên hawirde ( Erebên ku ji aliyê rejîmê ve bo guhertina demografiya deverên Kurdistanî bo wan deveran tên veguhastin) çûne gundeke navbera Daqoq û Xurmatûyê, lê şêniyên Kurd yên wê gundê rê nedane wan ereban ku li gundê wan bicîh bibin.

Pişt re pevçûn di navbera şêniyên Kurd û erebên hawirde de qewmiye û artêşa Îraqê jî piştîvaniya ereban kiriye û êrîşî ser welatiyên Kurd kiriye.

Weke tê zanîn prosesa bi erebkirina wan deverên Kurdistanî di dema Sedam de destpê kiribû lê piştî sala 2003an hatibû westandin û careke din piştî bûyerên 19ê Cotmehê, ew prosesa han dubare destpê kiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.