Serokê herêmê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzdiyan kir

hêviya dahatû û cejnên xweştir bo wan dike
کوردستان TV
100%

Bi minasebeta hatina cejna Çileya Havînê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzdiyan kir.

Ewa naveroka peyama Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî ye;

Cejna Çileya Havînê ya xuşk û birayên Êzdî li hemî Êzdiyên li Kurdistanê û li her devereka cîhanê bin, bi taybetî jî cejna Êzdî yên ku heta niha jî jiyana xwe di wargehên koçberiyê de derbas dikin, bi germî pîroz dikim. Hêvîdarim cejin ji bo Êzdiyan û hemû Kurdistanê bi xêr û şahî vegere û em hemî cejn û bîranînên xwe yên bên, di rewşeka baştir da bigêrîn.

Her bi vê helkeftê careke din bi rêz û rûmetê hemî xuşk û birayên me yên Êzdî yên qurbanî yên destê terorê bi bîrtînîn, silav û dirûdan ji bo giyanê wan dişînîn, malbat û kesûkarên hemî revandiyan jî piştrast dikîn ku hindî xuşk û birayekê me yê Êzdî wenda mabê, wê li ser hewla vedîtin û vegerandina wan û xuyabûna çarenivîsa wan berdewam dibîn.

Cejneka aram ji bo hemî Êzdiyan dixwazim, bi hêviya ku cejnên bên hemî Êzdiyên koçber vegeriyabin ser mal û warên xwe yên avadankirî.

 Dîsa cejna hemiyan pîroz bê, her sal bi xêr û xweşiyê da bin

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

2/8/2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.