Wezareta tendirostî ya Îraqê amarên 24 seatên derbasbûyî yên Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê di nava 24 seatan de li Îraqê 2 hezar û 95 kes bi Koronayê ketine û 64 welatiyên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezaretê eşkere kiriye ku heta niha li Îraqê bi giştî 126 hezar û 704 kes bi Koronayê ketine û 4 hezar û 805 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin