Biryare piştî cejna Qurbanê şanda Kurdistanî serdana Bexdayê bike.
Parlementera Parlementoya Îraqê ya firaksiyona partiya demokrata Kurdistanê Meyade Necar eşkere kiriye ku bi mebesta domandina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bo çareser kirina kêşeyên navbera her du aliyan, şanda danûstandinkar ya Kurdistanê serdana Bexdayê bike.
Necar eşkere kiriye ku piştî cejnê şanda Kurdistanî serdana Bexdayê dike û danûstandinên navbera her du aliyên dîsa destpê dikin û hewl tê dayîn ku piştî cejnê her du alî bigehêjin rêkeftinekê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin