Dibe hilbijartin zûtir ji dema diyarkirî werin kirin

di 6ê Hezîrana 2021an de hilbijartin tê kirin
کوردستان TV
100%

Piştî ku Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî eşkere kiribû ku li Îraqê di roja 6ê Hezîrana 2021an de hilbijartinên pêşwext tên kirin, îro Serokê parlementoya Îraqê jî daxuyaniyek weşand.

Li gor daxuyaniya Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî, egera wê yekê heye ku li Îraqê hilbijartinên pêşwext, zûtir ji dema ku ji aliyê Serokwezîrê ve hatiye diyarkirin, werin kirin.

Jiber ku li gor madeya 64 ya destûra Îraqê, parlemen li ser daxwaza sê li ser yek ji endamên parlementoyê tê hilweşandin, anjî Serokkomarê xudan desthilata hilweşandina parlementoyê ye, bi awayek ku ji 60 rojan derbas nebe hilbijartinên pêşwext werinkirin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.