Mesrûr Barzanî: Ew rojên dijwar derbas dibin

Serokwezîr daxwaz ji welatiyan dike pêbendî şîretên xweparêziyê bin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna qurbanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ew jî tekesta wê peyamê ye;

Jiber hatina cejna Qurbanê pîrozbayî pêşkêşî misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim, hêvî dikim rojên cejnê bi xweşî û kameranî biser bibin û pêbendî rêkar û şîretên xweparêziyê û rênimayiyên tendirostî bin.

Mixabin îsal cejna Qurbanê di rewşeke dijwar ya abûrî de birê dikin, ew rewşa nexwestî ji derveya xwestek û desthilata hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Me her di destpêka derketina wê qirîza han tevahiya hewlên xwe bo ku bandorên nerênî yên wê qirîza han li ser jiyana welatiyan kêm be, bi tevger kiriye, lê mixabin qirîza darayî yaku rastî tevahiya welatên cîhanê hatiye, gelek ji karînên darayî yên li berdest hikûmeta herêmê mezintire, lê rixmî tevahiya astengiyan jî, hêvî dikim welatiyên hêja bawerî bi hikûmetê bikin ku di hewlên cidî û berdewam deye bo dabîn kirina şayisteyên darayî yên mûçexorên herêma Kurdistanê.

Bi hêviya ku piştî cejnê li gel hikûmeta federal bigehêjin rêkeftineke hevseng ku tê de maf û şayisteyên destûrî yên xelkê herêma Kurdistanê têde parastî bin.

Omîdwarim bi piştgîriya tevahiya aliyan, ew rojên dijwar jî werin derbaskirin û welatiyên me cejnên pêş yên xwe di rewşeke baştir de derbas bikin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

30 Tîrmeha 2020an

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.