Îro Serok Barzanî li nivîsîngeha xwe ya li Pîrmamê pêşwaziya wezîrê navxwe yê Îraqê Osman Ganimî û şandeke pê re kir.
Di civînê de behsa rewşa ewlekarî ya Îraqê bi giştî û ya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hate kirin û her du alî tekez li ser hemahengî û karên hevbeş di warê ewlekarî û asayîşê de bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê kirin.
Tê zanîn wezîrê navxwe yê Îraqê îro serdana Hewlêrê kiriye û li gel wezîrê navxwe û Serokê herêma Kurdistanê civiya û pişt re jî li gel Serok Barzanî civiya.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin