Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Koreya Başûr yê li Hewlêrê Choi Kwang- jin kir.
Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Koreya Başûr de, her du alî behsa belav bûna Koronayê û bandora Koronayê li ser rewşa giştî ya cîhan û deverê kirin.
Her di heman civînê de behsa çawetiya rûbirû bûna Koronayê, hewldanên heyî yên bi çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hate kirin.
Choi Kwang- jin jiber hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê yên bo çareser kirina kêşeyan li gel Bexdayê stayîşa hikûmeta herêmê kir û her du alî tekez li ser afirandina derfeta hêlbirînê bo kompaniyên Koreya Başûr li Kurdistanê de kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin