Berpirsekî HDPê li Silêmaniyê winda bûye

hîn jî kes nizane çi bi serê wî hatiye
کوردستان TV
100%

Berpirsekî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji 2 hefteyan ve li parêzgeha Silêmaniyê winda bûye û çarenivîsa wî ne diyar e.

Nûnerê HDPê li Herêma Kurdistanê Abid Îke ji K24ê re ragihand, Serokê Berê yê Şaxa Sêrtê Elî Kayar ji roja 15ê vê mehê ve li sînorê Silêmaniyê winda bûye û ti agahî li ser wî nîn in.

Nûnerê HDPê da zanîn, wan serî li Nivîsgeha Pêwendiyan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dane, ta zanyariyan di derbarê çarenivîsa wî de werbigirin. Heger li jêr destê asayiş yan polis be, yan jî dibe aliyekî desteser kiribe, yan tiştek bi serê wî hatibe.

Nûnerê HDPê li Herêma Kurdistanê Abid Îke diyar kir, wan polîs û asayîşa Silêmaniyê agahdar kirine û wan daxwaz ji wan kiriye lêkolînê derbarê çarenivîsa Elî Kayar de bikin, lê heta niha wan ti agahî wernegirtine.

Diyar kir jî, Elî Kayar ji bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ye û ji ber dozeke siyasî ve ji 10 salan ve li Başûrê Kurdistanê ye, pêştir li Hewlêrê  û ji berî salekê ve ji bo karkirinê çûye Silêmaniyê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.