Li gor jêderên herêmî duhê bi şev artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve bi tundî gundewarên Bakûrê Minbicê topbaran kirine û di encam de 6 welatiyên sivîl û di nava wan de zarok jî hene canê xwe ji dest dane.
Civata leşkerî ya Minbicê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku duhê bi şev artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê li navenda leşkerî ya Tirkiyeyê gundên Nasir, Olaşlê, Qurtwêran û Yilanlê li Bakûrê Rojavayê Minbicê topbaran kirine û di encama topbaranê de herî kêm 6 welatiyên medenî ku di nava wan de zarok jî hene canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin