Prosesa Erebkirinê li Kerkûkê didome

bi sedan malbetên Ereb li bajarên din hatine anîn û li Kerkûkê hatine bicîhkirin
کوردستان TV
100%

Biryar hatiye dayîn daku 6 taxên nû bo Erebên ku ji deverên din anîne werin çêkirin.

Peyamnêrê Kurdistantvê yê li Kerkûkê ragihand ku prosesa bi Ereb kirina Kerkûkê ji aliyê parêzgarê bizor sepandî yê Kerkûkê ve didome.

Li gor zaniyariyan, piştî dagîr kirina mal û milkên welatiyên Kurd li gund û nehiyeyên ser bi Kerkûkê ve, vê carê jî bi biryara parêzgarê bizor sepandî yê Kerkûkê, ereb kirina bajarê jî li ser asta navxwe ya Kerkûkê destpê kiriye.

Hate zanîn ku rixmî ku îdareya Kerkûkê ne amadeye ti xizmetgozariyek pêşkêşî taxên Kurdan li Kerkûkê bike, biryar daye daku 6 taxên nû bo wan Erebên ku ji bajarên din yên Îraqê hatine anîn, werin çêkirin û tevahiya xizmetgozariyan jî bo wan taxan hatine dabînkirin.

Herwiha di nava taxên Kurdan de jî hijmareke zêde Erebên bajarên din yên weke Felûce, Hewîce û Romadî hatine bicîhkirin û erd û zeviyên çandinî yên Kurdan jî dagîrkirine.

Weke tê zanîn piştî 16ê Cotmehê û radestkirina Kerkûkê bi rejîma Îraqê, prosesa Erebkirina bajarê yaku ji serdema Sedamê destpêkiribû û jiber têkçûna rejîma Sedamê hatibû rawestandin, dîsa destpêkiriye.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.