Li gor çapemeniya Îranê liv û tevgerên bazirganî destpê dikin.
Ajansa Mihir ya Îranî belav kir ku piştî lihev kirina hikûmeta Îran û Îraqê li ser vekirine deriyeke din ya sînorî di navbera her du aliyan de, deriya sînorî ya Xosrevî di navbera Îraq û Îranê de hatiye vekirin.
Li gor çavkaniyê, niha liv û tevgerên bazirganî li vê deriyê destpêkirine.
Ev deriya han li Îranê dikeve sînorê parêzgeha Kirmaşanê û li Îraqê jî dikeve sînorê parêzgeha Diyalayê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin