Rejîma Îranê berdewame li ser kuştina Kolberên Kurd li deverên sînorî.
Li gor amarên berdest, zextên rejîma Îranê yên li ser Kolber û welatiyên Kurd her diçe zêdetir dibin.
Her çend ku hikûmeta Îranê salên derbazbûyî biryar dabû daku kes êrîşî ser Kolberan neke, lê kuştina Kolberên Kurd bûye karê rojane yê çekdarên Îranî.
Li gor amarên berdest ji 23ê meha Hezîranê heta 23ê Tîrmeha 2020an (mehek) çekdarên rejîma Îranê li deverên sînorî bi giştî 8 Kolber kuştine û 14 Kolberên din jî birîndar kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin