Îro balefirên şer yên Tirkiyeyê jiber hebûna pêgehên gerîlayên pkkê du gundên din li quntarên Qendîlê bordiman kirin.
Li gor zaniyariyên berdest îro danê nîvro balefirên Tirkiyeyê bi hinceta hebûna pêgehên gerîlayên PKKê her du gundên Silê û Endizê li quntarên Qendîlê bordiman kirine.
Bordiman ti zirarên canî li pey nebûye lê agir bi bax, rez û daristanên wan gundan ketiye.
Weke tê zanîn ku rojane artêşa Tirkiyeyê dever û navçeyên sînorî yên Kurdistanê bordiman dike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin