Zêdetir ji 96 hezar malbetên Êzidî aware ne

di meha Hezîranê de nêzî 15 hezar kes vegeriyane warên xwe
کوردستان TV
100%

Dezgeha xêrxwaziya Barzanî ragihand ku niha li herêma Kurdistanê bi giştî 96 hezar û 99 malbetên Êzidî li herêma Kurdistanê aware ne.

Li gor daxuyaniya DXB hijmara giştî ya kesên ku di nava wan malbetan de dijîn 501 hezar û 422 kesin.

DXB diyar kiriye ku piraniya wan welatiyan di nava 22 kemên li Kurdistanê de dijîn û hijmareke ji wan jî di nava bajar û gundan de dijîn.

Herwiha hate zanîn ku di meha Hezîranê de hijmareke zêde ji wan awareyan dest bi vegerê bo ser warên xwe kirine û hijmara wan weke malbet 701 malbetên û weke kes jî 15 hezar û 976 kesin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.