Weqfa Nobelê: Îsal merasîma xelatê çênabe

jiber hebûna Koronayê merasîm nayên organîzekirin
کوردستان TV
100%

Weqfa Nobelê ragihand ku ewê îsal jiber vîrusa korona merasîma xelatê li dar nexin.

Xelatên navdar yên wê weqfê her sal di şeş kategoriyan de tê dayîn û merasîma xelatê jî li dora 10’ê Berfanbarê li Swêdê pêk tê, lê vîrusa korona kir ku merasîm piştî 64 salan cara pêşî çênebe.

Serokê Weqfa Nobelê Lars Heikensten diyar kir ku îsal ‘’saleke taybet’’ e û divê ew li gor şertên nû tevbigerin.

Ew weqf dê îsal xelatê bi şiklekî nû bide xwediyên wan.

Merasîma Xelatê ya Nobelê herî dawî di sala 1956an de bo protestokirina dagirtina Yekîtiya Sovyetê ya li Macaristanê hatibû betal kirin

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.