Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Zaxoyê de li gel kesûkarên şehîdan civiya û piştî civînê jî li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsand:
Îro sêşem 21 Tîrmeha 2020an li bajarê Zaxoyê me pêşwaziya hevjîna şehîd mela Gulî û dayika sê şehîdên bi navên( Murad, Samî û Nebez) xatû Meriyem Elî Osman kir ku neviyeke vê jî yê bi navê Şeban Xelîl Elî) şehîde.
Me pirsiyara rewşa jiyana malbeta wan kir û behsa vê yekê kir ku yek ji pîwerdariyên me yên serekî xizmet kirina kesûkarên serfiraz yên şehîdane û karînên me çi bin emê hewl bidin xizmeta kesûkarên şehîdan bikin jiber ku destkeftiyên ku niha hene, berhema qurbanîdan û xwîna şehîdên me ne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin