Serokwezîrê Îraqê diçe Îranê

serdana wî ya bo Siûdiyeyê hatibû paşxistin
کوردستان TV
100%

Biryare îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî biçe Îranê.

Di derbarê mijarê de çapemeniya Îranê belav kir ku îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di yekem serdana xwe ya bo derveya welat, serdana Îranê dike.

Mistefa Kazimî di çarçoveya serdana han de wê li gel rayedarên Îranê bicive û behsa têkiliyên navbera Îran û Îraqê bike.

Beriya niha biryar bû ku Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî duhê serdana Siûdiyeyê kiriba lê jiber nexweşbûna Şahê Siûdiyeyê ev serdana han hatiye paşxistin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.