Komîteya dîtina heyvê ya Siûdiyeyê belav kir ku roja 31 Tîrmehê yekem roja cejna qurbanê ye.
Komîteyê eşkere kiriye ku hewl dane daku heyvê bibînin lêbelê heyv nehatiye dîtin lewre biryar hatiye dayîn daku 31 Tîrmehê weke yekem roja cejna qurbanê were ragihandin.
Weke tê zanîn ku piraniya welatên îslamî bi taybetî welatên sune li gel Siûdiyeyê cejnên xwe dike.
Ji aliyeke din ve Siûdiye beriya niha ragihandibû ku jiber Koronayê rê nade ku merasîmên hecê werin kirin û nimêja cejnê jî di nava mizgeftan de nayê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin