Li Kurdistanê zêdetir ji 200 kesan bi Koronayê ketin

heta niha 419 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên 24 seatên derbazbûyî yên Koronayê belav kir.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê duhê bişev di daxuyaniyekê de diyar kir ku di nava 24 seatên derbazbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 258 welatî bi Koronayê ketine.

Di beşeke din ji daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku di nava 24 seatên derbazbûyî de 7 welatiyên din yên ku bi Koronayê ketibûn, canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 11109 kes bi Koronayê ketine û 419 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.