Îro duşem şandeke wezareta berevanî ya Îraqê bi mebesta domandina giftûgoyên navbera wezareta pêşmerge û wezareta berevanî ya Îraqê gehêşte Hewlêrê.
Biryare şanda wezareta berevanî ya Îraqê li gel rayedarên wezareta pêşmerge bicive û di civînê de behsa wan mijaran bikin ku di civînên berê yên di navbera şanda wezareta pêşmerge û wezareta berevanî ya Îraqê de giftûgo li ser wan hatibû kirin.
Meha derbazbûyî jî şanda wezareta pêşmerge serdana Bexdayê kiribû û li gel wezareta berevanî ya Îraqê gehêştibû lihev hatineke seretayî li ser çend xalan.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin