Serok Barzanî û Cewad Zerîf civiyan

behsa çend mijarên hevbeş kirin
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf piştî civîna xwe ya li gel Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serdana nivîsîngeha Serok Barzanî kir û ji aliyê Serok Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Di civîna navbera Serok Barzanî û wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf de, giftûgo li ser mijarên ku ji aliyê her du aliyan ve girîngî bi wan tê dayîn kirin.

Weke tê zanîn Cewad Zerîf duhê serdana Bexdayê kiribû û piştî bi dawî hatina civîn û hevdîtinên xwe yên li Bexdayê serdana Hewlêrê jî kir û yekem car li gel Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî civiya û pişt re jî li gel Serok Barzanî civiya û biryare li gel Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bicive.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.