Hilbijartinên parlementoya Sûriyeyê destpê kirin

rêveberiya xweser rê neda sendoq li herêmê werin danîn
کوردستان TV
100%

Îro yekşem 19 Têrmehê hilbijartinên parlementoya Sûriyeyê destpê kirin û xelk berê xwe da ser sendoqan.

Piştî destpê kirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê li sala 2011an de ev cara sêyeme ku li Sûriyeyê hilbijartinên parlementoyê tênkirin.

Di hilbijartinên berê de sendoqên dengdanê li Rojavayê Kurdistanê jî dihatin danîn lê vê carê rêveberiya xweser rê neda ku sendoqên dengdanê li herêmên di bin desthilata rêveberiya xweser de werin danîn.

Hilbijartin li deverên di destê rejîma Sûriyeyê de têne kirin û tê gotin ku bi giştî 277 navendên dengdanê hatine danîn.

Hilbijartinên ku di dema şer de li Sûriyeyê hatine kirin ji aliyê Netewên Yekgirtî ve nehatine qebûlkirin.

Li parlementoya Sûriyeyê bi giştî 250 parlementer hene û di hilbijartinên îro de jî bi giştî 1656 berbijêr beşdarin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.