Welatên Ewrûpî gef li Tirkiyeyê dikin

dibêjin dorpêçan li ser wan welatan disepînin
کوردستان TV
100%

Civîna wezîrên derve yên welatên endam di Yekîtiya Ewrûpayê de duhê destpê kir.

Di çarçoveya civîna han de her sê welatên Îtalya, Almanya û Franse bi awayekî neraste rast gef li Tirkiyeyê kirin û gotin ku vê dorpêçan li ser Tirkiyeyê deyinin.

Di civîna wezîrên derve yên YE behsa şerê li Lîbyayê û ev welatên ku piştîvaniya aliyên şerker yên li Lîbyayê dikin hate kirin û hate gotin ku rewşa Lîbyayê gelek gelek aloze û eger destwerdanên welatên derekî bidomin vê şer rewş hîn aloztir bibe.

Îtalya, Franse û Almanya gotine ku lazime rêz ji biryara civata ewlekarî ya netewên yekgirtî ya bo qedexe kirina şandina çek û cebelxaneyan bo Lîbyayê were girtin û nabe ev biryara han were binpêkirin.

Ev her sê welat tekez li ser vê yekê kirine ku welatên berdewam dibin li ser şandina çekd û cebelxaneyan bo Lîbyayê vê werin cezakirin û derpêç li ser wan were danînin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.