142 kesên din li Kurdistanê bi Koronayê ketin

heta niha bi giştî 402 kes bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên dawî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbazbûyî de 142 welatiyên din li Kurdistanê bi Koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di nava 24 seatên derbazbûyî de 11 welatiyên din jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 10 hezar û 595 kes bi Koronayê ketine û 402 welatî jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.