Nêçîrvan Barzanî: Em rola Frnaseyê bo hevkarî kirina Kurdistanê ji bîr nakin

Franse berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê
کوردستان TV
100%

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian civiya.

Piştî bi dawî hatina civînê her du alî preskonferanseke hevbeş lidar xistin û balkêşandine ser naveroka civînê.

Di preskonferansê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Îraq û Kurdistan pêdiviya xwe bi hevkarî û piştîvaniya Frensa û hevpeymaniya cîhanî heye û got: Em hevkarî û piştîvaniyên Serokkomar Macron û Franseyê yên ku pêşkêşî Kurdistanê kirine jibîr nakin.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku serdana vê carê ya Jean-Yves Le Drian bo Kurdistanê di vê pêvajoya han de gelek girînge û nîşaneye berdewamiya piştîvaniya Franseyê ye bo Kurdistanê.

Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê spasiya Franseyê kir ku hertim piştîvaniya mafên reva yên gelê Kurdistanê kiriye.

Serokê herêma Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser dorpêçên sala 2017an li ser Kurdistanê û got: Franse bo têk birina wan dorpêçan roleke gelek girîng û berçav lîstiye.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku di dema şerê dijî terorîstên DIŞIê de Franse weke endameke hevpeymaniya cîhanî, hevpareke rasteqîn ya Kurdistanê bûye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.