Îro di seat 2 û 15 deqîqeyên nîvroyê, balefirên Tirkiyeyê bi tundî çiyayê Hesarost û quntarên çiyayê Helgurdê bordiman kirin.
Balefirên artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser pêgeh û navendên gerîlayên PKKê, îro çiyayê Hesarost û quntarên çiyayê Helgurdê bi tundî bordiman kirin.
Jiber dûriya cîhên ku hatine bordiman kirin, heta niha zirarên vê bordimanê nehatine zanîn.
Weke tê zanîn ku jiber şer û pevçûnên navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê û bordiman kirina wan deveran ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hevdem li gel çê bûna zirarên canî, zirarên gelek mezin yên madî jî berdeverê ketine û heta niha rûbereke gelek zêde daristan û baxên wan deveran hatine şewitîn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin