Duhê çarşem li gundeke Hewramanê pevçûn çê bûye û hijmarek pasdar û besîcî hatine kuştin.
Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, duhê çarşem li gundê Bilber ya li Hewramanê li Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzên besîcî, spaha pasdaran ya Îranê û komeke çekdarên nenas şev û pevçûn çê bûye.
Di encama şer û pevçûnê de hijmareke pasdar û besîcên Îranî hatine kuştin û di nava kuştiyan de jî Fermandarê besîca Hewramanê Mihemed Kerîmî heye.
Hate zanîn kuçend leşkerên din yên Îranî jî birîndar bûye û biryargeha navendî ya Hemze ku mezintirîn biryargeha leşkerî ya Îranê ye li Rojhilatê Kurdistanê ev nûçe pişt rast kiriye û êrîş xistiye estûyê partiyên Kurdî.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin