Baca ser fikî û sevzeyan zêdetir dibe

piştî 14 rojên din hawirde kirina berhemên çandinî tê qedexekirin
کوردستان TV
100%

Li gel pêgehêştina fikî, sevze û berhemên navxweyî yên çandinî, hikûmeta Kurdistanê biryareke nû der kir.

Li gor zaniyariyên berdest, hikûmeta Kurdistanê bo girîngî dan bi berhemên navxweyî û vejandina kerta çandiniyê li Kurdistanê de, biryar daye daku baca ser wan berhemên çandinî yên ku ji derve hawirdeya Kurdistanê tên kirin, zêde kiriye.

Bi vê biryarê hikûmet dixwaze pêşî ji hawirde kirina berhemên çandinî yên biyanî bo Kurdistanê bigire û rê li ber vejandina kerta çandinî li Kurdistanê de xweş bike.

Herwiha hate zanîn ku hikûmet biryar daye ku ji destpêka meha Tebaxê ve hawirde kirina hin berhemên çandinî bi Kurdistanê bi temamî were qedexekirin û her cîheke ku wan berheman jî bifiroşe were daxistin.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.